ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îran: Eger êrîş bibe, şer wê li derveyî herêmê jî belav bibe
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku eger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîl car din êrîşî Îranê bikin, wê şer belavî derveyî sînorên Rojhilata Navîn jî bibe. -
Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Li bajarokekî 14 kes hatin kuştin
Li bajarokê Deyr Kanun el-Nahr di êrişeke Îsraîlê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest dan ku hin ji wan zarok bûn. -
Îdîaya NYT’ê: DYE û Îsraîlê plan kirin ku Ahmedînecad bikin serokê Îranê
Li gorî çapemeniya Emerîkayê, Îsraîl û DYE di rojên ewil ên şerê li gel Îranê de li ser senaryoyeke ku Serokkomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmadînecad bikin serokê Îranê xebitîne. -
HRANA: Îranê du meh û nîvan herî kêm 50 kes darve kir
Hate ragihandin ku di nava du meh û nîvan de rejîma Îranê herî kêm 50 kes darve kiriye û zexta li sivîlan jî zêde kiriye. -
Li Tehranê ji bo gel perwerdeya çekan tên dayîn
Di qonaxeke ku agirbesta navbera DYE-Îsralîl û Îranê didome de, li Tehranê Muhafizên Şoreşê perwerdehiya bikaranîna çek didin gel. -
Li Îranê kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' di hefteya 121'emîn de ye
Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' ku li girtîgehên Îranê girtî her Sêşemê dikevin greva birçîbûnê, di hefteya 121'emîn de ye. -
Di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 116 xebatkarên tenduristiyê hatine qetilkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasreddîn ragihand ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrîşên Îsraîlê de 116 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Misrê êrişa çekdarî: 8 kes mirin
Li bajarê Assiutê yê li herêma navîn a Misrê di êrişeke çekdarî de 8 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn. Êrişkar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin. -
Ji Îranê hişyarî: ‘Divê DYE şaştiyeke din neke’
Rayedarê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Alî Abdullahî Alîabadî hişyarî da DYE û mutefîkên wê ku “şaştiyeke stratejîk” nekin. Daxuyanî di demeke welê de hate dayîn ku rageşiya navbera Washington û Tehranê car din zêde dibe. -
Rejîma Îranê zêdetirî 6 hezar kesan binçavkiriye
Şerê navbera Îsraîl û Îranê de 40 rojan dom kir, ji wê demê ve li gor daxuyaniya fermandarê giştî yê hêzên polîsên Îranê, zêdetirî 6 hezar kes hatine binçavkirin. -
Navenda Edaletê ya Navneteweyî têkildarî gorên komî yên li Iraqê bang kir
Navenda Edaletê ya Navneteweyî ya Cenevreyê bang li rayedarên Iraqê kir ku lêkolînek profesyonel û serbixwe li ser gorên komî yên ku li parêzgeha Enbarê hatîn dîtin, were kirin. -
Îsraîlê li dijî Îranê du baregehên veşartî li Iraqê avakiriye!
Li gorî lêkolînên New York Timesê, Îsraîl beriya şerê li dijî Îranê li Iraqê du baregehên leşkerî yên veşartî ava kiriye. Li gorî îdîayan ji bo ku baregeh veşartî bimînin leşker û sivîlên Iraqê hatine kuştin. -
Ji Îranê hemleya Hurmuzê: Ji bo rêvebirina Kendavê, saziyeke fermî hate avakirin
Tehranê ragihand ku ji bo rêvebirina Kendava Hurmuzê saziyeke nû ava kirine. Îranê her wiha diyar kir ku wan bersiva pêşniyara dawî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daye û armanca wan a sereke bidawîkirina şer e. -
Îranê mal û milkên 129 kesan desteser kir
Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî derhiqûqî, mal û milkên 129 welatiyan hatin desteserkirin. -
Kurê Abbas ê mûltîmîlyoner ji bo Komîteya Navendî ya Fetihê hate hilbijartin
Yaser Abbas ku kurê mezin ê Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas e, ji bo Komîteya Navendî ya Tevgera Fetihê hate hilbijartin ku yek ji organên biryarê yên herî bi bandor e. -
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê didomin, agirbest jî ji bo 45 rojan hate dirêjkirin
Artêşa Îsraîlê êrîş bir ser bajarê Nebatiye yê li başûrê Lubananê û di encamê de 6 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. DYE’yê jî ragihand ku agirbesta navbera aliyan, ji bo 45 rojan hate dirêjkirin. -
Di êrîşa Îsraîl a li ser Lubnanê de 3 erkdarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê de 3 erkdarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. -
DYE: Agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de wê 45 rojên din bê dirêjkirin
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, piştî hevdîtinên li Washingtonê ragihand ku agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de wê 45 rojên din bê dirêjkirin. Tevî agirbestê jî êrîşên dualî berdewam dikin -
Keştiya balafiran a Fransayê gihîşt Derya Ûmmanê
Alîkara Wezîrê Parastinê yê Fransayê Alice Rufo ragihand ku keştiya balafiran Charles de Gaulle ji Qenala Suweyşê derbas bû gihîşt Derya Ûmmanê. Rayedar got, keştî wê di pêvajoya dîplomatîk a li dora Tengava Hurmuzê de cih bigire. -
Wezîrê Îsraîlê Ben-Gvir: ‘Plana me ya dagirkirina Libnanê heye’
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, diyar kir ku plana Îsraîlê ya dagirkirina Libnanê heye. Ev daxuyanî di demekê de ku hevdîtinên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Tel Avîv û Beyrûdê de berdewam dikin de, hat. -
Îsraîl li hemberî Hizbullahê pergala ‘hişê çêkirî’ bi kar tîne
Li gorî nûçeya Los Abgeles Timesê, Îsraîl li gel pergalên hişê çêkirî yên daneyên telefonan, kamera, drone û analîzên medyaya dijîtal dike yek endamên Hizbullahê dişopîne û li hemberî wan êrîşan pêk tîne. -
Serokwezîrê nû yê Iraqê Zeydî: Çek wê tenê di destê dewletê de be
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di bernameya hikumetê de ragihand ku yekane otorîteya li ser çekê wê dewlet be. Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku ji bo bêçekkirina milîsên alîgirê Îranê zexta DYE'yê zêde bûye. -
Îran: Îmarat hevkarê çalak ê şer e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçi îdîa kir ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) di êrîşên li dijî Îranê de bi DYE û Îsraîlê re roleke çalak lîst. Rêveberiya Ebû Dabî îdîayan red kir. -
Cezayê darvekirinê li celadê Enfalê Ecac hate birîn
Di rûniştina duyemîn a darizandina Ecac Tîkrîtî de ku weke yek ji celadên Enfalê dihate naskirin, dadger cezayê darvekirinê lê birî. -
Li Lubnanê bombardûmana giran a Îsraîlê: Zêdeyî 20 kes mirin
Li başûrê Lubnanê di encama bombardûmana giran a artêşa Îsraîlê de herî kêm 22 kesî jiyana xwe ji dest dan.